Gerdûn çawa çêbûye? Teqîna Mezin ango Big-Bang çi ye? Jiyan li ser çi bingehê ava dibe? Em dê bersiva van pirsan bidin. Ev rêzenivîs ji naveroka pirtûka min a bi navê Çêbûna Gerdûnê û Peydabûna jiyanê pêk tê. Ev mijar di pirtûkê de ji aliyê zanistî, mîtolojî û dînî ve hatine pêşkêşkirin. Taybet li gor mîtolojî, çand û dînên ku li Kurdistanê peydabûne, Çêbûna Gerdûnê û Peydabûna Jiyanê beş bi beş hatiye nivîsandin.
Li gor Zagona Kaosê yekitî û MONAD
Yekitî pir baş e. Li gel partiyên biçûk an mezin, rêxistinên qels an hêzdar divê têkilî, hevkarî an jî yekitî hebe. Ji gavên biçûk encamên mezin peyda dibin. Her wûsa dijberiyên biçûk û mezin encamên ji heddê xwe zêdetir peyda dikin. Carna gotineke hêsan welatekê diguhere. Belê Zagona Kaosê (Chaos) vê şîretê li me dike. Ramana Pisagorî MONAD çi ye?
Ehmedê Xanî, hizra neteweyî û nihêniyên destana Mem û Zîn
Di vê gotarê de Ehmedê Xanî hatiye nasandin. Naveroka destana Mem û Zîn hatiye şîrovekirin. Xanî kî ye? Çima Mem û Zîn nivîsandiye? Armanc, şîfre û nihêniya Mem û Zîn çi ye? Kurd, Kurdistan, Newroz û wateya navên di destanê de hatine nivîsandin.