Peyva “dîn” kurdî, “ol” (yol) tirkî ye

Pirsa te gihişt, ez ê bersiv bibim.

Xwe di malperê de qeyd bike

Kasım 27, 2021

Bedel Boseli: Peyva “ol” ji “yol” a tirkî peyda bûye û “dîn” peyveke resen (eslî) a kurdî ye. Em ê niha bibînin ku kurd, hindî û gelên arî peyva “dîn” bi hezaran sal in bi kar tînin. Herwiha peyva “dewlemend” nîv-erebî ye, “zengîn” ji kurdiya resen e. “Pênûs” peyveke destçêkiriye lê “qelem” ji kurdiya orjinal û hezaran salan e. Werin em berê xwe bidin etimoloji û wateya (bêjenasî) peyva “dîn” û “yol” da ku em bizanin; divê zimanzanên kurd bêyî lêkolînên kûr û fireh ji kîs aqilê xwe peyvan çênekin. Ji ber ku her peyveke resen a kurdî dîrokeke dûr û kûr e. Kuştina peyvên kurdî ên resen kuştina dîrokeke zimanê kurdî ye.

Bêjenasiya (Etimoloji) peyva “ol”

Not: Peyva zengîn di avestayê de heye. Wateya wê; ew kesên xwediyê berikên/kevirên 💎 giranbûha ye (Gewher û hwd.). Seng: Kevirên giranbûha. Dewlemend nîv-erebî, nîv-kurdî ye. Qelem ji peyva “kelem”, qamiş peyda bûye.✏️ Peyv kurdî ye lê di yewnaniya kevin de wekî “calamus” bi wateya qamişê Hindistanê heye.

https://bedelboseli.com

Peyva “ol” di salên dawî de li şûna peyva “dîn” tê bikaranîn. Şik nîne ku ev xeletî bi hestek pak û kurdewar peyda bûye. Hinek zimanzanên me hizir kirine ku “dîn” peyveka erebî ye û divê em kurdiya wê ya xwemalî peyda bikîn. Ew jî “ol” e ku di klasîkên kurdî de derbas dibe.

Etimoloji û wateya peyva dîn û ol
Etimoloji û wateya peyva dîn û ol

Dema em berê xwe bidîn kûrahiya mijarê 2 xeletî xûya dikin. Xeletiya yekê ew e ku “ol” ne kurdî ye ji tirkî derbasî klasîkên kurdî bûye. Xeletiya duwê jî ew e ku yên dibêjin “dîn” ne bi kurdî ye şaştiyê dikin. Çimkî kurdan beriya îslamê û ereban peyva dîn bikar aniye. Di Aveseta, Pehlewî, kurdî, hindî û farisiya mêjîn (kevin) de jî peyva dîn heye.

Berî 2 hezar salan Zerdûştî ji xwe re dibêjin “Behdîn”

Ji bo nimûne, bi hezaran sal in zerdûştî ji xwe re dibêjin “Bahdîn” (Behdîn). “Bah” wateya baş dihewîne. Û wateya “bahdîn” dibe “başdîn” ango “dînê baş”[1], [2], [3]. Divê em peyva “bêh+tir” jî bînin bîra xwe.

Dema em berê xwe didin klasîkên kurdî peyva tirkî ya “yılan” (mar) weki “ilan”; “yaprak” a tirkî bûye “aprax”, “eprax”. Peyva “yoldaş” wekî “oldaş”… bikar anîne. Bi vî awayî peyva tirkî “yol” bûye “ol”. Di zimanê tirkî de “-daş” wetaya “hev-” a kurdî dide. Nimûne, Yoldaş: Hevrê, Arkadaş: Heval, Addaş: Hevnav...

Mela Mehmûdê Meyazidî û peyva “oldaş” (ol)

Ji bo zelalkirina peyvên “ol” û “oldaş” mînaka herî baş kitêba Mela Mehmûdê Beyazidî ya ku navê wê Edetên Kurdistan e. 1858-1859’ê hatiye nivîsandin. Di rûpelê 40’ê de derbarê niştecihên misilman û kurdên misilman de wiha dibêje: “Eger mesele biqewimitin li şerekê de, Kurd li şerekê de, kurd û yerlu (niştecih) heyîn, kurd nabine oldaşên yerluyan (niştecihan). Dibêjin “Ew zû direvin”. Lakîn fîl weqi'a du sê neferên kurdan îqtiza bîkitîn digel deh neferên yerluyan (niştecihan) miqawemetê dikin ji wan narevin.”[4]

Bi vî awayî mînak pir in û em bi wan têdigihîn ku peyv ji “yol” a tirkî peyda bûye ku wateya “rê” dide. Belkî hinek bibêjin “gelo em baş dizanîn peyva ‘yol’ bi tirkî ye?”. Belê dema em berê xwe bidin bêjenasiya (etîmolojiya) peyva “yol” wekî peyveka ji tirkiya mêjîn (proto-tirkî) xûya dike.[5] Celadet Alî Bedirxan, sala 1933’yê di kovara Hawarê de wetaya peyva “hevol” wiha vedibêje:
Hevol: Ol ew tişt e ko mirov pê ewle û bawer e. Ola Zerdeşt, Ola Mi'isa. Pirî car em jê re diyanet dibêjin. Hevol: yên ko ji olekê ne.[6]

Feqiyê Teyran û peyva “oldaş” (ol)

Her wiha Feqiyê Teyran di helbesteka xwe de wiha dibêje:

Em dê biçîn j’oldaş e
Navê me dê bimîne
Umrê me çû belaş e
Çi feyde me nedîne
Ger qewlê me bibêjî
Fatihe j’bo me bixwîne.

Bi hizra min li vir xelet têgihiştina klasîkên kurdî heye. Lewma di Kovara hawarê de peyva “ol” ji zimanê kurdî hatiye têgihiştin.

Etimoloji û wateya peyva “dîn”

Peyva “dîn” berî Îslamê bi hezaran salan di zimanên Arî de heye. Wekî tê zanîn Arî pêşiyên kurdan in û zimanê kurdan ji binemala Arî ye. Ji wê ariyê dibe beşa Êranê ye [7], [8]. Em berê xwe bidînê ka beriya îslamê di zimanên Êranî de (di kurdiya mêjin de) peyva “dîn” çawa hatiye bikaranîn.

Di Avestayê de wekî “deêna” hatiye nivîsandin. Herwiha di zimanê pehlewî de wekî “dîn” û “dên” dihat gotin. Ji bo mînak kitêbeka bi zimanê pehlewî heye ku navê wê “dînkird” e (dynkrd). Wateya peyva “dînkird” dibe “kirinên dînî”. Her wekî din, navê beşeka kitêba Zerdeştiyan Avestayê “dînyaşt” e. Mesela bi zimanê pehlewî digotin “Dînî rast î weh” (Dênê rast ê baş). Di avêstayê de ji bo “dînên cûda” wiha hatiye gotin “cûd dîn”. Di Vîdêvdad 4.44 de ji bo kesên ji yek dînî ango ji yên hemdîn re dibêje “Hemo dîne”.[9], [10]

Belê bi hezaran sal in zerdûştî ji xwe re dibêjin “Bahdîn” (Behdîn). “Bah” wateya baş dihewîne. Û wateya “bahdîn” dibe “başdîn” ango “dînê baş”[1], [2], [3]. Divê em peyva “bêh+tir” jî bînin bîra xwe. https://bedelboseli.com

Di zimanê sankristî de peyva “dîn” û “ramadan”

Zimanên hindî jî wekî kurdî ji malbata Arî ne. Ango kurdî û zimanên hindî lêzimên hev in. Sanksritî zimanê Hîndiyan ê pîroz û mêjîn e (arkaîk) ku ji bo “dîn” digotin “dharma”. Wateya peyvê “ferman, biryar, edet, hebûna û wesfê tiştekê” ye. Rehê vê peyva sanskrîtî “dhr” e ku wateya rehê wê jî “girtin, xwelibergirtin, diyaxkirin, dilsoz-man” e. Hindistanî ji dînê xwe re dibêjin “Sanatana Dharnîa” ku Ewropî jêre dibêjin “Hindûîzm”. Nivîsarên bûdîzmê bi zimanê palî hatine nivîsandin ku ji bo peyva dîn digotin “dhamma”. Zimanê kurdî, ingilîzî, farisî, hindî, almanî, rûsî û hwd. ji yek malbatê ne û ji malbata Îndo-Ewropî ango arî ne. Di destpêka zimanê arî de (Proto-Hind-Ewropî) digotin “dʰer”. Peyva “dʰer” (derdestkirin, girtin) ku bi rastiya xwe ev rehê peyvê ye.[11]

Ji xwe peyva “ramadan” (Meha Remezanê) ji sanskrîtî derbasî erebî bûye û ji peyvên “rama” û “dharma” pêk tê. Me li jor wateya “dharma” got û “rama” di sanskrîtî de wateya “sayedar (lûtufkar), yê bi şadî tije dike, yê/ya dibe sedema tama bi çêjn” dide. Ev peyv bi wateya “şewat” derbasî erebî bûye. Bi ramana dema mirov rojeyan digire guneh dişewitin…

Di zimanên Samî (akadî, aşûrî, babilî, erebî...) de peyva “dîn”

Li gel vê yekê divê bê zanîn ku zimanê Akadan ji malbata Samî ye û wan jî digotin “dînû”. Wateya peyva “dînû” dibe “qanûn”.[12] - [13] Her wûsa bi îbranî jî digotin “dîn”. Aşûrî û babîlî du zimanên ku ji Akadî peyda bûne.

Hêjayî gotinê ye ku di zimanê Sûmerî de peyva “dî” heye. Wateya “dadgeh, peyv, daraz (hûkim), doz” dide. Nabêjim têkiliya vê peyva “dî” digel “dîn” heye an nîne. Lê pêşniyariya min ew e ku bila zimanzan vê jî lêkolîn bikin.

Wûsa xûya dike ku peyva “dîn” ji makezimanê me Aryenî derbasî erebî bûye. Wekî me li jor beyan kiriye ku jixwe zerdûştiyan digotin xwe “Bahdîn” (Behdîn). “Bah” wateya baş dide û peyva “bahdîn” wateya “Dînê baş” dihewîne. Biyaniyan digotin wan “Zerdûştî”. Heger em peyva “dîn” ji nav kurdî derxîn û li şûna wê yeka din deynin dê têkiliya me ya li gel çandeka kûr û dûr û tije sist bibe.

Me dît ku peyva “dîn” li beriya erebî û îslamê di zimanê kurdan de hebû. Di pêvajoya hezaran salan de vê peyvê cihê xwe li nav zimanê kurdî girtiye û hewce nake em li şûna wê peyveka nû peyda bikîn. Hele li şûna “dîn” peyva tirkî “ol”(yol) hîç nabe.

Gelek peyv bi herikîna salên dirêj, ji kûrahiya dîrokê hest û çêjên (tamên) taybet, didin giyanê çand û hizran. Heger em wan peyvan rakîn û yeka din ji kîs xwe danîn şûnê kûrahiya naverokê, bandora ramyarî winda dibe. Tişteke zipziwa, vurtûvala di destê me de dimîne.

Ji xwe pisporê Dîroka Dînan û rêveberê Enstîtûya Lêkolînên Îslamî, Profesor Vilfred C. Smith li Kanada mamosteyê zankoya Mc Gill e ku dibêje: “Ev peyva dîn gotineka Êranî (Aryenî) ye. Û ji zimanê Aryen belavî zimanên din bûye”.[14] Ji xwe kurdî, farisî, belûçî… zimanên Aryenî (Êranî) ne. (Bedel Boselî)

Çavkanî

[1] Dagobert D. Runes, Dictionary of Philosophy (Ancient - Medieval - Modern), “Zoroastrianism”
[2] Roşan Lezgin, Khormek” Sözcüğünün Kökeni Hakkında, zazaki.net
[3] Siraç Kekuyon, http://www.bilgin.nu -- > Kitaplarım -- > Zarathuştra -- > X. Bölüm.
[4] M. Mahmud Beyazidî, Adetên Kurdistan, Rp. 40, Amedekar: Delîlo Îzolî, 1979.
[5] Sevan Nisanyan, Malpera wî ya etîmolojiyê (nisanyansozluk.com), “yol”.
[6] Kovara Hawar, Hejmara 20’ê, Rûpela 7’ê, (8 Gulan 1933, Duşemb)
[7] O. L. Vilcheviskj, Kurd, Rp. 53-54, 115-116, 178-179, , Weşanên Pirtûkxaneya Aslîxan Yildirim, Stenbol
[8] V. Minorsky, Th. Bois, D. N. Mac Kenzie, Kürtler ve Kürdistan, S. 41-47, Doz Yayınları, 2. Baskı.
[9] Encyclopædia Iranica, http://www.iranicaonline.org, “Behdin”
[10] Encyclopædia Iranica, http://www.iranicaonline.org, “Denkard”
[11] Sir Monier Monier-Williams, A Sanskrit-English dictionary etymologically and philologically arranged with special reference to cognate Indo-European languages, Oxford: Clarendon Press, 1898, P. 0519
[12] Wilfred Cantwell Smith, The Meaning and End of Religion, Fortress Press, New York, P. 248.
[13] Jeremy A. Black, Andrew George, Nîcholas Postgate, A Concise Dictionary of Akkadian, Otto Harrassowitz Verlag, Germany, P. 60
[14] Vilfred C. Smith , The meaning and End of Religion (P. 98-102)

TAG:

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir