Evîna min welatê min e, bêhna welat ji te tê

Pirsa te gihişt, ez ê bersiv bibim.

Xwe di malperê de qeyd bike

Ocak 21, 2006

Evîna min welatê min e, bêhna welat ji te tê

Tu Zîn î ez Mem, tu Leyl î ez Mecnûn, tu Juliet î ez Romeo... Ya kurt; Kurdistan î ez jî Kurd.

Bedel Boseli

Şeqîna brûskên ji ewrên jiyana te tarîkirine; dilê min ji xewa giran xist nav bihuşta evîna te... Xem û kulên Kurdistanî; digel agirê dilê te qelihan li ser mêlaka min a xwîna welatê bindest û aza ketiyê. Zanebûna ji Xanî û Platon û Rousseoyan brûskên agirîn û bi ronahî berdaye mejiyê min yê azad. Ew zanebûn dibe pêleke îlahî û bi hezkirina min a ji bo te, hêzeke bêdawî dide min, di nav tarîtiya gerdûnê de.

Gava baraneka bi dilopên şil û nermik ji ser rûyê te herikî li ser lêvên te ên têr xwîn û tije jîn; ji bo min xewn û vîn; bawer bike nameya tama evîna min radigihîne xemla riha te; ew şilahî.

Şexsiyet û bedewiya te bû şifreya dilê min.

Tû bi xêr hatî ey gula bexçeyê îrema Melayê Cizîrî. Tu bi xêr hatî ey hevalkara tesewira Xaniyê Mezin. Tu bi xêr hatî ey keça kurdan ya di hest û helbestên Cegerxwînê evîndar de hatiye şêkirandin. Tu bi xêr hatî ey fêkiya bîr û baweriya Melayê Cizîrî... Tu bi xêr hatî ser textê dilê min ê bi rengê welatê te hatiye xemilandin. Tu bi xêr hatî hêvênê vejîn û nûjeniya riha min. Tu bi xêr hatî bexçê dilê min, delala min.

Di her gav û her katê de rûken dibim bi bejn û bala te ya xeyalî. Bîranînên te hêz didin viyan û gurmêna vî dilî. Baweriya min, a serekaniya wê tu; sivik dike barên li ser vî milî. Bi eşqa te; dilê vî dilkulî her diqelihe û dinale. Jîn û şahiya min tuwê; şîn û êşa min tuwê… 'Bo te şêt û şeyda me, bo te dîl û giryan'.

Gava keserên te, digel kirrêna dilê te tu xemgîn kirî ey yara bedew! Roja ku te himbêz bikim li bira xwe bîne. Û bendewara jiyaneke bi hêviya erênî û aza be. Li stêrikan bimeyize! Ka çawa heya roj derdikeve, tarîtiyê vediçirînîn, divê her Kurdeke weke te, peywira xwe bi cih bîne û bibe stêrikek li dora rojê welatê me. Tu jî weke wan stêrikan ji kerbê şivanên tarîhiyê; ta ku roj hiltê, bi biriqîna çavên xwe, ronî bike dilê tekoşerên dozbilind û cihbilind. Dîsa û her dîsa bêje delala min, şîrhelala min; "Ez keça mirovên serbilindim ji bo wê."

Gava tu bêhêz mayî şevçiraxa min, van peyvên ji xweşikiya helbestavaniya ahengwar li ser riha xwe biherikîne:

Gava tu westiyayê,

Bêhêz û bêpişt mayê,

Xwe bernede li ber bayê,

Serê xwe bilind bike,

Xwe rûken û rind bike,

Mejiyê xwe azad bike,

Her neke şerê jînê,

Pir dost be li gel cîhanê,

Da tu xweşiyê bibînê,

Ji bo derbasbûnê ye asteng,

Ji bo serfiraziyê ye ceng,

Ji bo feydekê ye her reng,

Heger dilê te xweş be,

Û rûyê te her geş be,

Cîhan dê ji bo te baş be.

Rêka me dûr û dirêj, barê me giran e. Çareseriya me ne bi serjorî, ne jî bi girî û gazinan e. Bizane ku em rêwiyê bêdawîbûnê ne.

Tu keça kurda yî, gelek rêber û serokan bawerî bi te anîn û xwe avêtin nav agirê man û nemanê. Herwisa tu jî ji xwe bawer be, hemwelatiyên te serbilindiyê dixwazin. Da ku çav li te bikin serbilind be û weke pêtala azadiyê bikeve pêşiyê û rêberiyê bike. Ji bo Kurdistaniyên hêj jiyana bêsînor nehatinê vê cîhana bisînor, welatek azad û pak pêwîst e.

Were yara min, were em dest bavêjîn avakirin û paqijyê. Ji bo azahiya me û welatê zarokên me.

Tu, ji doza agirhezan î, ji binemala Medan î. Tu hevparê jiyana ji ronahiya Prometheusê fedakar, ji hêza Mîrdatê Zîlanî yî; Ji fêkiyên edalet û gernasiya Selehedinê Eyûbî, ji çanda xweşmirovahiya Kerîmxanê Zend î.

Xwe nas bike delala min, xwe bi hîmet û gernas bike. Mezin bifikire, bilind bifire; Ji bo bezandina sînorên bextewariyê, bêsînoriyê taqî bike.

...

Vê helbestê bike mêvanê rizgariya bîr, bawerî û hizrên ku xwe yên ku te di kurahiya şkeftên mejiyê xwe de afirandine û lê asê hiştine:

Keça kurda xwişka merda,
Te xwe berda nava derda,
Ev çend dem e, ev çi xem e,
Êdî bes e, ma ne şerm e,
Serbilind be baş û rind be,
Wek piling be pêş û find e,
Xelet nabe, xwişkê rabe,
Bi xîret be, li ber baran be,
Xweşziman be, wek derman be,
Wek gulan be, li ber dilan be,
Nêviya Meda xwişka merda,
Xwe bes berde nava derdan

Îro yara min! Îro ye jiyan. Dûh derbas bû sibê jî ne beyane ka em ê bijîn yan jî najîn. Wesxwe ev bêhna em têde heye. Divê em û niha bi hev re bijîn. Ya borî bîr e, ya bê jî bawerî ye; niha em bixwe ne û li gel xwe ne. Her kat, her gurmêna dil; zêrîn û watedar e ji bo xêr û xweşiya me.

Evîn û hezkirina xwe dilop dilop berde li ser rihê min ê li meyla bêdawîbûna digel te. Tu, stêrikê ku bi ronahiya evîna min taritîyê diqelişînî.

Êdî bes e roj hat! Wek aveke zelal rih û canê xwe berde ser dil û rihê min ê şewat. Hevjîniya xwe li min bike xelat. Kat bi kat dilê min ji bo te dike kut! kut! kut!

………………

Evîna te di dilê min de veşartî ye,

Neyîna te ji riha min re jartî ye,

Rindika min dil bide min,

Hebûna te ji canê min re pêkhatiye.

Çawa berfa spî, nermik û şilîn xwe davêje ser singê axa germ û têr jîn û tije vîn; tû ji bê dudilî xwe berde ser singê min ê nişana mêranî û gernasiya kurdane.

Tu Zîn î ez Mem, tu Leyl î ez Mecnûn, tu Juliet î ez Romeo... Ya kurt; Kurdistan î ez jî Kurd.

TAG:

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir