Alfabeguhêza Kurdî ئەلیفباگوهێزا کوردی

Not: Niha tê pêşvebirin, dema temam bû dê bêkêmasî û bêxeletî bixebite.
Ji bo pêşniyariyan: Whatsapp, Website: bedelboseli.com 
Ji bo pêşniyariyan: Whatsapp, Twitter: @bedelboseli

Alfabeguheza Kurdî: Guherîna Alfabeya Kurdi Latînî - Kurdî Erebî (Kurdish alphabet converter)

Parastin û pêşxistina mîrata çandî û zimanî ji bo ku mirov bikaribe bi zimanê xwe danûstandinê bike giring e. Ji ber vê yekê em bi serbilindî vê amûra yekta ji bo veguhertina alfabeya kurdî pêşkêşî we dikin. Ev amûr dikare nivîsên ku bi tîpên latînî - kurdî hatine nivîsandin otomatik veguherîne alfabeya erebî / aramî - kurdî, da ku hûn bi zimanê xwe yê zikmakî rasttir û bi bandortir biaxivin.

Taybetî û feydeyên Alfabeguhêzê:

1. Guhertina Zû û Rast: Ev amûr dikare tiştên ku hûn dinivîsin, tîp û alfabeya wan yekser û rasterast veguherîne. Da ku hûn bi lez û bez karê xwe temam bikin.

2. Karhêsanî: Amûra me xwedan sistemek hêsan e û hevalbendê bikarhêneran e. Lewma ji bo herkesê hêsan e. Tenê nivîsa xwe binivîsin û hûn ê yekser encamê bibînin.

3. SEO Compatible: Ev amûr dikare malper (website) û keda we ji aliyê SEOyê ve pêşve bibe ji ber ku kedeke orijinal û rast û dirust die.

Alfabeguhêz çawa tê bikaranîn?

1. Têde nivîsndin: Nivîsara xwe ya bi kurdiya tîpt-latînî di qutiya tîp-latînî de, nivîsa bi kurdiya tîp-erebî di qûtiya tîp-erebî de binivîse.

2. Guhertin: Dema te dest bi nivîsandinê kir, alfabeguhez yekser û otomatik tîpan diguhere.

3. Encam: Nivîsa ku alfabeya wê hatiye guherîn di qûtiyê de xûya dike. Hûn dikarin kopî bikin.

Ev amûra alfabeguhêz çareseriyek gelek baş e ji bo ferq û cudahiyên alfabeyên kurdî. Herwiha ji bo teserûfkirina demê û derbaskirina astengiyan xweş û baş e. Hêza guhertina alfabeya kurdî kifş bikin û şarezayiya xwe ya zimanê kurdî derxînin asteke din! @bedelboseli