BEDEL BOSELÎ  KÎ YE?

Türkçe oku Kurmanci کوردی سۆرانی

Bedel Boselî pisporê medyaya dijîtal û dîplomasiya dijîtal e; Li Zanistgeha York, Zanista Reftarên Mirovan û Dîplomasiya Dijital; Li Zanistgeha Convey, master li ser Dijital Medya xwendiye; Li Zanistgeha Azteca jî dokotrayê li ser Dijital Medyayê dixwîne Li Zanistgeha Stembolê li ser teknolojiya bijîjki (Radyolojî û Bijîjkiya Nûkleer) xwendiye; Li Enstîtûya Kurdî kursa Mamostatiya Zimanê Kurdî xwendiye; Pisporê SEO (Search Engine Optimization) û UXê ye.

Jînenîgarî

Bedel Boselî li gundê Bêjihê ji dayik bûye. Bêjih bi navê Roboskî jî tê zanîn. Bêjih gundekî li navçeya Qilaban, ser bi bajarê Şirnexê ve ye. Dibistana seretayî li gundê xwe xwend. Ji bo xwendina navendî ji malbata xwe veqetiya û çû Qilaban. Ji bo xwendina amadehiyê sala 1995ê çû Stembolê. 22 salan li Stenbolê jiyaye. Nihajî li paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêrê dijî.

Bapîrê wî ji gundê Bosel ê ser bi Zaxo ve hatiye Gûndê Bêjihê. Malbata Bedel Boselî ji 1961ê heta niha ji bo edalet, wekhevî û serxwebûna Kurdistanê 117 şehîd dane. Dîktatorê Iraqê Seddam Huseyn Gundê Boselê bi bombebaranê tunne kiriye. Da ku ev nav neyê ji bîr kirin paşnavê Boselî li xwe kiriye. Wateya navê Bosel ‘Pûsûla’ ye.

Bavê Bedel Boselî di Şoreşa Gûlanê de li gel hevalên xwe yekemîn gulle teqandiye. Yekemîn birîndarê Şoreşê ye.

Xwendin

Bedel Boselî, li Zankoya Stembolê, teknolojiya radyolojî û bijîşkiya nûkleer xwend. Li Zanîngeha York a Amerîkî zanistên kiryaran (Science in Human Behavior) xwend. Teza xwe li ser Diplomasiya Dijîtal amade kir.

Master jî Li zanistgeha Convey a Amerîkî, li ser Dijital Medya xwend.

Doktorayê jî li Zanîngeha Azteca, li ser Dijital Medyayê dixwîne.

Li Akademiya Google-yê Bazirganiya Dijital (E-Bazirganî); Li Akademiya Microsftê, Endazyariya Sîstemên Kompûterê xwendiye. 

Li Enstîtûya Kurdî ya Stembolê, ji destê Zana Farqînî, Samî Tan, Miraz Ronî û hwd. dersên ziman û wêjeya kurdî wergirt. Wekî Mamostayê Zimanê Kurdî hat perwerdekirin. Li Stembolê, 8 salan dersên zimanê kurdî dan.

Ji 1999ê heya niha bi berdewamî Dîroka Kurdistanê lêkolîn dike. Lêkolînên xwe li ser Youtube-yê diweşîne. Navê kenala Youtubeyê ev e: Bedel Boseli

Karname

Bedel Boselî ji 1999ê heya 2011ê li Zanîngeha Stembolê di beşên Rayolojî û Bijîşkiya Nûkleer de xebitî. Dema Komkujiya Roboskî çêbûye ji karê xwe îstîfa kir. Êdî qebûl nekir di dezgehên dewletê de bixebite. Ji ber ku firokeyên Tirkiyeyê 24 kurdên sivîl kuştin. Piraniya wan zarok bûn. Û lêzimên Bedel Boselî bûn.

Di heman demî de 8 salan mamostatiya zimanê kurdî û dîroka kurdî kir.

Ji bo Zarok TV (Televîzyona zarokan a bi kurdî), Waar TV, Badinan Sat, Kurdistan24 û hinek televîzyonên din karê dublaja kurdî û derhêneriya dublajê kiriye. Senaryoyên filmên dokûmenterî nivîsandiye.

Di malper, kovar û rojnameyên bi navê Yuksekova Haber, Evro, Zernews û Nûbihar de nivîsar û gotarên wî hatine weşandin.

Ji bo nivîskarên kurd û dezgehên kurdî wekî webmaster gelek malper çêkirine.

Di malpera xwe de li ser ziman, çand û dîroka kurdan lêkolînên xwe yên taybet diweşîne.

Piştî êrişên DAIŞê yên li ser Kurdistanê, bi mebesta şerê psîkolojîk li hember terorîzmê dest bi karê dijital medyayê kir; Malpera bi navê ‘Zernews’ vekir û bi rêvebir. ZERnewsê 3 miyon û 800 hezar xwînerên xwe yên daîmî hebûn.

PIRTÛK

Navê Pirtûkê: Çêbûna Gerdûnê û Peydabûna Jiyanê.

Ziman: Kurdî (Zaraveyê Kurdmancî).

Pirtûka Bedel Boselî ya bi sernavê “Çêbûna Gerdûnê û Peydabûna Jiyanê” sala 2013ê ji aliyê Weşanên J&J ve hatiye weşandin.

Ev berhem bi kurdiya kurmancî, tîpên latînî hatiye weşandin. Gelo gerdûn çawa çêbûye? Jiyan çawa peyda bûye? Li gor zanist, mîtolojiyên kurdistanî, mîtolojiyên cîhanê, dînên cûda; nivîsandiye.

Mijarên serekî yên li gor zanistê

  • Gerdûn û ramana Teqîna Mezin .
  • Albert Enstein, Stephen Hawking û çêbûna gerdûnê.
  • Çêbûna Roj û Erdê.
  • Dîroka peydabûn û pêşketina jiyanê.
  • Kaos, Kuantum, Pirtûka Xwedayî (Highs Boson)
  • Mijarên li gor dîn û mitôlojiyan çêbûna gerdûnê peydabûna jiyanê
  • Mîtolojî çî ye?
  • Êzdayetî çî ye û ji bo çêbûna gerdûnê û peydabûna jiyanê çi dibêje?
  • Yarêsanîyetî çî ye û ji bo çêbûna gerdûnê û peydabûna jiyanê çi dibêje?
  • Elewiyetî çî ye û ji bo çêbûna gerdûnê û peydabûna jiyanê çi dibêje?
  • Zerdûştî çî ye û ji bo çêbûna gerdûnê û peydabûna jiyanê çi dibêje?
  • Çand, dîn û ramanên Hindistana Mêjîn: Çêbûna gerdûnê û peydabûna jiyanê.
  • Zervanîtî çî ye û ji bo çêbûna gerdûnê û peydabûna jiyanê çi dibêje?
  • Sûmerî kî ne û ji bo çêbûna gerdûnê û peydabûna jiyanê çi dibêjin?
  • Mîtolojiya Yewnanê çî ye û ji bo çêbûna gerdûnê û peydabûna jiyanê çi dibêje?
  • Mîtolojiya Germanan çî ye û ji bo çêbûna gerdûnê û peydabûna jiyanê çi dibêje?
  • Pueblo kî ne û ji bo çêbûna gerdûnê û peydabûna jiyanê çi dibêjin?
  • Qiptî (Misra Mêjîn) kî ne ji bo çêbûna gerdûnê û peydabûna jiyanê çi dibêje?
  • Înka kî ne û ji bo çêbûna gerdûnê û peydabûna jiyanê çi dibêjin?
  • Çînî kî ne û ji bo çêbûna gerdûnê û peydabûna jiyanê çi dibêjin?
  • Cihû kî ne; baweriya wan çî ye û ji bo çêbûna gerdûnê û peydabûna jiyanê çi dibêjin?
  • Xristiyanî çî ye û ji bo çêbûna gerdûnê û peydabûna jiyanê çi dibêje?
  • Îslam çî ye çî ye û ji bo çêbûna gerdûnê û peydabûna jiyanê çi dibêje?

Türkçe oku Kurmanci کوردی سۆرانی

Comments (1)

[…] Bedel Boseli: Peyva “ol” ji “yol” a tirkî peyda bûye û “dîn” peyveke resen (eslî) a kurdî ye. Em ê niha bibînin ku kurd, hindî û gelên arî peyva “dîn” bi hezaran sal in bi kar tînin. Herwiha peyva “dewlemend” nîv-erebî ye, “zengîn” ji kurdiya resen e. “Pênûs” peyveke destçêkiriye lê “qelem” ji kurdiya orjinal û hezaran salan e. Werin em berê xwe bidin etimoloji û wateya (bêjenasî) peyva “dîn” û “yol” da ku em bizanin; divê zimanzanên kurd bêyî lêkolînên kûr û fireh ji kîs aqilê xwe peyvan çênekin. Ji ber ku her peyveke resen a kurdî dîrokeke dûr û kûr e. Kuştina peyvên kurdî ên resen kuştina dîrokeke zimanê kurdî ye. […]

Şirove (Yorum/Comment)

%d bloggers like this: