Çîroka Mominê wiha ye: Li çelê -herêma Hekariyan- eşîra Ertoşî a kurd heye. Li wê derê nexweşî dikeve navbera hinek malbatan, lewma bar dikin û tên gundê Zawîtê, li wê derê jî niştecih dibin. Keçika bi navê Mominê jî bêrîvan e. Diçe bêriyê û tê. Berxeka wan heye ku gelek şirîn û biçûk e. Ew dida ber singa xwe û memikên xwe dikirin di devî de, dema berxikê dimoht, şîr tê pistanê (memikên) keçikê. Ev dibe fesadî di nav bêriyan de, ta ku diçe guhê malbata Mominê. Birayê wê yê mezin dibêje, ''wile em ê bikujin'', birayê bûçik dibêje, ''Em ê li şivan mehr bikin, tiştên wiha bi serê mirovan tên, hewceyî kuştinê nake.'' Birayê mezin qebûl nake, dibin derveyî gund, didin ber xenceran û keçikê dikujin. Ji milletên herêmê Kildanî, Asûrî û Siryanî jî wekî kurdan vê stranê dibêjin, lêbelê ya wan cûda ye. (Seyda Goyan, Etnograf, Şareza û lêkolînerê çanda Kurdî)
Gotinên Stranê / Şarkı Sözleri
Hey Momina mina, wey canê hê hê hê,
- Hey Momem benim, hey canım,
Rebenê wey canê hê hê hê,
- Zavallı hey canım,
Qebrê Momê rê de, heçî hat fathek lê da,
- Momê'nin mezarı yol üstünde, her gelen bir Fatiha okudu,
Wey canê, wey canê Momê heheheyyy.
- Hey canım, hey canım Momê.
Mominê herde werde, hey Moma dayê,
- Momê şöyle Momê böyle, hey yavrum Momê,
Tu rûne biska berde, sebra dinyayê,
- Sen otur örgülerini sal, dünyamın huzuru,
Rûnişt û kofî çêkir, hey Moma dayê,
- Oturdu ve başlığını taktı, hey yavrum Momê,
Bêrîyan bêbextî kir, hay giyana daye,
- Süt sağıcılar iftira attı, anasının canı,
Xelkê j' me gazinde ye, hey Moma daye,
- Halk bizden şikayetçi, hey yavrum Momê,
Ma şîvan yarê te ye, sebra dinyayê.
- Yoksa çoban mı sevgilin, dünyamızın huzuru.
Hey Momê, Momê, Momê, hey Moma dayê,
- Hey Momê, Momê, Momê, hey yavrum Momê,
Hey Momê, Momê, Momê, sebra dinyayê.
- Hey Momê, Momê, Momê, dünyamızın huzuru.
Şertê birayê biçûk e, hey Moma daye,
- Küçük kardeşin şartı, hey yavrum Momê,
Dê Momê bikin bûke, hey giyana dayê,
- Momê'yi gelin yapacaklar, anasının canı,
Şertê birayê navê ye, hey Moma daye,
- Ortanca kardeşin şartı, hey yavrum Momê,
Em Momê nadinê ye, sebra dinyayê,
- Biz Momê'yi vermeyiz ona, dünyamızın huzuru,
Şertê birayê mezine, hey Moma daye,
- Büyük kardeşin şartı, hey yavrum Momê,
De Momê bikûjinê, hey giyana daye.
- Momê'yi öldürün, anasının canı.
Hey Momê, Momê, Momê, hey Moma dayê,
- Hey Momê, Momê, Momê, hey yavrum Momê,
Hey Momê, Momê, Momê, sebra dinyayê.
- Hey Momê, Momê, Momê, dünyamızın huzuru.
Mominê herde werde, hey Moma dayê,
- Momê şöyle Momê böyle, hey yavrum Momê,
Xwîn rijya enya zerde, sebra dinyayê,
- Kan döküldü berrak alnına, dünyamızın huzuru,
Qebirê Momê rê da, hey Moma daye,
- Momê'nin mezarı yol üstünde, hey yavrum Momê,
Moma çavbelek tê da, hey giyana dayê,
- Kara gözlü Momê oraya düştü, anasının canı,
Hin din jî çû di axê da, hey Momê daye,
- Onu nasıl da toprağa gömdüler, hey yavrum Momê,
Heçî hat fathek lê da, sebra dinyayê.
- Her gelen bir Fatiha okudu, dünyamızın huzuru.
Hey Momê, Momê, Momê, hey Moma dayê,
- Hey Momê, Momê, Momê, hey yavrum Momê,
Hey Momê, Momê, Momê, sebra dinyayê.
- Hey Momê, Momê, Momê, dünyamızın huzuru.
