Nameyek ji rêveveriya Rojava û Başûrê Kurdistanê re

Kurmanci

Heger Rêveberiya Rojava û Başûrê Kurdistanê (Herêma Kurdistanê) di warê dijital de van gavan bavêje, di aliyê aborî, ziman, rewşenbîrî û siyasî de, dê gelek pêş bikeve.

Silav û rêz, Ez Bedel Boselî. Mijara min a zanko, master û doktora li ser Medya Dijital, Dîplomasiya Dijital û Bazirganiya Dijital e. Heger hûn van gotinên min bikin, ji aliyê ekonomî, rewşenbîrî û ziman ve qedera Kurdistanê heta heta dê were gûhorîn.

Wikipedia Kurdî

1- Li ûnîversite ango zankoyên Kurdistanê ji 200 hezaran zêdetir xwendekar hene. Heger xwendekar erka malê ango Homworka xwe li ser Wikipedia biweşînin û mamosta li gorî wê binirxîne, pûan û dereceyan bidinê; Salane 6 milyon babetên kurdî li ser wikipediayê zêde dibin. Heta niha beşa herî zengîn ingilîzî ye û 7 milyon mijar têde hene.

Ez di heman demî de pisporê SEO‘yê me. Ango endazyarê robotên Google-ê me. Heta niha min tenê yek dezgeh an jî yek kurd nedîtiye ku bizane li gor sîstemên dijital û robotên dijital nûçe, gotar û nivîsarana binivîse. Pişt rast bin ku di nav kurdan de kesek tenê jî nîne. Lewma xelkê biyanî dema derbarê kesayetiyên kurd û Kurdistanê de serch û lêkolînan dikin; Nivîsên neyarên kurdan dibînin. Ji ber ku tu kurd î, dibe ku Google medya kurdî nîşanî te bide, lê nîşanî xelkê biyanî nade. Heger zanista wê nezanin, hûn milyonan dolaran bimezêxin jî hûn sernakevin. Herwiha hemû malper ango Web Siteyên kurdan jî gelek xirab tên çêkirin.

Lewra li lîse ango amadehî û zanistgehê dersên Wikipedia bidin; Xwendekaran fêr bikin ku têde mijaran binivîsin. Wê demê dê xelkê Kurdistanê fêr bibe ku li gor sîstemên dijital nivîsan binivîse. Û dê bizane divê malper ango websiteyên baş çawa bên çêkirin. Piştî fêr bûn dibe ku heta dawiya jiyana xwe li ser sîstemên dijital xizmeta çand, ziman û welatê xwe bike.

Ew kesên bixwazin di wikipediayê de mijaran binivîsin heta bi dawiyê vê videoyê temaşe bikin. Li dawiyê hinek şîretên pir giring hene.

Zimanê Kurdî û APP’ê Robotîk

2- Zankoya Harvardê û yên din; bi robotên jîrek APP-ên hînkirin ango fêrkirina zimanî çêkirine. Ji kerema xwe ser lê bidin bila zaraveyên kurdî li ser zêde bikin. Wê demê herkesê bixwaze, dê zû fêrî kurdî bibe. Me gelek caran ser lê da, dibêjin ‘Divê hikûmet an weqfeke navneteweyî ser li me bide.’ Wekî hediye 10 n 20 hezar dolaran bidinê û bila hemû zaraveyên kurdî li ser zêde bike. Sîstemên otomatîk û gelek kêrhatî çêkirine. Ji bo xelkê belaş in. Kurd bê dewlet in. Divê em meydana dijital bikin zanko ji bo gelê xwe.

Aboriya Dijital: Alibaba, Amazon…

3- Bi riya sîstemên dijital hûn dikarin ji aliyê aborî ve serbixwe bin. Ezê di videoyên din de, bi berfirehî behsa vê bikim. Gelek hêsan e lê encam mezin e. Ji bo kesek bibe bazirganek mezin du tişt lazim in: Perwerdehî, 400 dolar sermaye û kompûter an jî telefon. Ev çend bes e. Herkesê xwe zîrek bike; bi bazirganiya dijital dê bikare mehane herî kêm 5 hezar dolar pare qezenc bike. Bi milyonan Kurdistanî dikarin bikin. Ya rast gelek hêsan e, tenê divê hikûmet xwelkê xwe perwerde bike. Ji bo serkeftinê perwerdehî şerta serekî ye. Ew kesên bixwazin vî karî bikin heta dawiyê temaşe bikin, ez ê riya destpêkê nîşanî we bidim ango rêka dirêziyê. 

Keybord ango klavyeyên kurdî

4- Kêşe û pirsgireka keyboard ango klavyeyan kuştina kurdî ye. Bêjin çima: Nivîskar û medyakarên kurd dixwazin bi kurdî binivîsin. Bername ango perograma keyboardê li kopmûtera xwe bar dikin. Û pê dinivîsin. Lê li vir derdek mezin heye: Her yek ji wan li ser bingeha keyboarda welateke din hatiye programkirin. Lewma google wekî tirkiyeke xirab an farisiyeke xirab an jî erebiyeke xirab nas dike. Vê carê dema kurd di Google-ê de lêkolîn dikin ango search dikin, nivîsarên kurdî kêm xûya dibin. Nimûne: Heger bernameya keyboarda da te, ya kurdiya soranî li ser esasê Erebiya Siûdiye be; Ew kesên keyboarda wan li ser bingeha farisî hatiye bernamekirin û bi wê search bike; ti caran nivîsarên te nabîne. Tenê ew kesên Keyboarda wan a kurdî li ser bingeha Siûdî dikar nivîsarên te di Googleyê de bibînin. Ev alozî bi salan e heye. Lêbelê hikûmeta Kurdistanê dikare bi hêsanî çareser bike. Wisa hêsan e ku; heç weku tu firek av vexwê. Bi rastî dema ez difirim ez dibêjim ez ê aqilê xwe avêjim! Çima Hikûmeta Kurdistanê van tiştan qet çareser nake.

Google, Windows, Apple û Kurdî

5- Me gelek car ser li Google, Apple û Windowsê da; me got em ê sîstemên we belaş û xwebexş bikin kurdî. Kurdî çalak bikin. Mesela Google-ê got, ‘Ji bo ku em Androidê bikin kurdî, divê hikûmet an jî weqfeke navneteweyî ser li me bide.’

Hinek mijarên din ên giring hene. Lêbelê heger hûn van babetan bînin cih bi rastî qedera Kurdistanê dê were gûherîn.

Ji bo şopîner ango aboneyên xwe ez dikarim ji bo wikipedia û bazirganî ango ticareta dijital hinek tiştan bêjim: 

Dema we xwest li wikipedia de mijaran, nivîsaran binivîn; Zanistî û ciddî bin. Neyar û nehezên kurdan pir in. Dema we ne bi zanstî nivîsand; Ew jî wisa dikin ku Wikipedia we blok bike; Tiştên we nivîsîne rake. Pêşî xwe fêr bikin ka di Wikipedia de mijar çawa tên nivîsandin. Mesela wiha bikin: Di wikipedia de ‘Kurd’ binivîsin. Piştre berê xwe bidin beşa Gotûbêjê. Bi ingilizi Talk, Erebî Nîqaş, Tirkî Tartışma ye. Hûn dê bibînin ka li ser wê babetê çi nîqaş û gengeşeyan dikin.  Dê ji we re hizrek çêbibe. Herwiha li ser Youtube hûn dikarin xwe fêr bikin.

Heger hûn bixwazin bazirganî ango ticareta dijital bikin. Gava destpêkê wiha ye: Di Amazonê de ji xwe re hesabekê vekin. Ji ber ku Amazon sîstema herî feyde ye. Piştre ji xwe re di malper ango web Site-a Alibaba de hesabekê vekin. Hemû febrîqe û hilberînerên Çînî di Alibaba de tiştên xwe ango berhemên xwe pir erzan difiroşin. Hinek tiştan bikirin. Dema we kirî bila ji we re neşînin, di depoya wan de bimîne. Piştre ew tiştên we kirîne, di Amazona Kanada de bifiroşin. Dema xelkê sîparîş da ango ji we kirî. Bêjin febrîqe an şîreketa Çînî bila ji wan navnîşanan re bişîne. Dema gihişt destê kiryaran Amazon pareyî radizîne ser hesaba. Keseke li mala xwe dikare, ji Çînê bi 5 dolaran bikire û li Kanada bi 25 dolaran bifiroşe. Lêbelê pêşî divê hûn xwe perwerde bikin. Li ser Youtube gelek video hene. Temaşe bikin, hîn bibin. Analîk û analîzan baş nas bikin. Da ku hûn feyde bikin. Heger hûn analîtkên Amazonê baş bizanin, hûn dê baş bizanin ka hûn çi bikirin û bifiroş in teqez feydeyek mezin têde heye. Ew analîtîk wisa hessas in ku heger tu baş bizanî tu zerer nakî, her feyde ye. Min got ji Amazona Kanada dest pê bikin; ji ber ku li wir feyde zêde ye û reqabet ango hevrikî kêm e. Mesela heger hûn Ingilizi nezanin, tenê Tirkî bizanin di Amazona Tirkiye de vî karî bikin. Yan jî ji malbata xwe kesekê bişîn kursa Ingilizi. Dema hûn fêr bûn, li ser Amazona Amerîka, Ewropa, Tirkiye û yên din jî bazirganiyê bikin. Ji bo firotinê, hesaba amazona her welatekê cûda ye; ji bo vekirina her hesabekê divê hûn pareyekî biçûk bidin: 20-30 dolar e. Amazona herî feyde ya Amerîka ye, lê reqabet û hevrikî gelek zêde ye.

Ez Bedel Boselî, di kenala xwe ya Youtubê de dê derheqê dîroka Kurdistanê, zimanê kurdî, çanda me û dijital medyayê de videoyan pêşkêş bikim. Bi kurdî, ingilîzî, tirkî, erebî û hwd. Lewma bibin abone û şopînerê kenala min. Heger hûn videoyên min heya dawiyê temaşe bikin, piştî salekê hûn di derbarê Kurdistan û Dijitalistanê de gelek pêş bikevin. Serkeftin, serkeftin, Serkeftin! Serkeftin a me ye, hûn dizanin çima? Ê ji ber ku em heq in û milyon milyon in.

Kurmanci

Related Posts

Comments (1)

Burhan

Qûzê cîya Faşîsta

Şirove (Yorum/Comment)

%d bloggers like this: