Dixwazim te himbêz kim - Helbest

Mayıs 28, 2023

Dixwazim Te Himbêz Kim
Helbest: Bedel Boselî

Gava belgek ji darê ket,
Tiştek ji dilê min bir li gel xwe,
Nizanim çi ji dilê min veqetand,
Lê hêstirek ji çavî vejiya,
Gava belgek ji darê ket.

Şev tarî ne û sar in,
Heval hîv e û stêr in,
Te li ser hivê dinêrim,
Roja min ji te ne têr im.

Dixwazim te himbêz kim,
Derdên xwe bo te rêz kim.

Lê çi bikim şev tarî ye,
Barana derda bariye,
Raste piçek sahî ye,
Lê ji rojê dûrî ye.

Dixwazim te himbêz kim,
Derdê xwe bo te rêz kim.

Ne dilxweşî ne xewe,
Dilê min na vehewe.

Dixwazim te himbêz kim,
Derdên xwe bo te rêz kim.


Dixwazim te himbêz kim, helbest û xwendin: Bedel Boselî