DIXWAZIM TE HIMBÊZ KIM
Şev tarî ne û sar in
Heval hîv e û stêr in
Te li ser hîvê dinêrim
Roja min ji te ne têr im
Dixwazim te himbêz kim
Derdên xwe bo te rêz kim
Lê çi bikim şev tarî ye
Barana derdan barî ye
Rast e hinek sahî ye
Lê ji rojê dûrî ye
Dixwazim te himbêz kim
Derdên xwe bo te rêz kim
Ne dilxweşî ne xew e
Dilê min na vehewe
Dixwazim te himbêz kim
Derdên xwe bo te rêz kim
(Bedel Boselî, 2005)
