Bedel Boselî kî ye?

Pirsa te gihişt, ez ê bersiv bibim.

3 comments on “Bedel Boselî kî ye?”

  1. […] Bedel Boseli: Peyva “ol” ji “yol” a tirkî peyda bûye û “dîn” peyveke resen (eslî) a kurdî ye. Em ê niha bibînin ku kurd, hindî û gelên arî peyva “dîn” bi hezaran sal in bi kar tînin. Herwiha peyva “dewlemend” nîv-erebî ye, “zengîn” ji kurdiya resen e. “Pênûs” peyveke destçêkiriye lê “qelem” ji kurdiya orjinal û hezaran salan e. Werin em berê xwe bidin etimoloji û wateya (bêjenasî) peyva “dîn” û “yol” da ku em bizanin; divê zimanzanên kurd bêyî lêkolînên kûr û fireh ji kîs aqilê xwe peyvan çênekin. Ji ber ku her peyveke resen a kurdî dîrokeke dûr û kûr e. Kuştina peyvên kurdî ên resen kuştina dîrokeke zimanê kurdî ye. […]

Xwe di malperê de qeyd bike

Kasım 26, 2021

Bedel Boselî (Fermî: Bedel Encu), nivîskar û lêkolînerê kurd e; pisporê Dijital Medya ye (SEO, UX, Webmaster, Coding). Lêkolînên taybet ên derheqê dîroka Kurdistanê de li ser kenala xwe ya Youtube-ê diweşîne. Pirtûka wî ya bi navê Çêbûna Gerdûnê û Peydabûna Jiyanê hatiye weşandin. Ji Bakurê Kurdistanê, bajarê Şirnexê, Herêma Goyan (Navçeya Qilaban) e.

Perwerdehî û Xwendin a Bedel Boselî

  1. Zanista Reftarên Mirovan (Zanîngeh)
  2. Sîstema Zanyariyên Birêvebirinê (Master / Management Information System)
  3. Dîplomasiya Dijital (Têz)
  4. Radyolojî + (Bijîjkiya Nukleer û Onkolojî)
  5. Endazyariya Sîstemê (Akademî / Kompûter)
  6. Dijital Medya û Rojnamevanî (Akademî)
  7. Mamostayê Zimanê Kurdî (Enstîtû)
  8. Zanyariyên Îslamî (Serf, Fiqh, Usûla Fiqhê, Mantiq, Belaxat, Ilmê Beyan, Akaîd / MEDRESE)
  9. SEO: Optîmîzekirina Motorên Lêgerînê (Akademî)
  10. UX: Ezmûna Bikarhêner (Akademi)
  11. Webmaster, Kod (Codîng)...

Karnameya Bedel Boselî

  1. Zanîngeha Stenbolê: Li beşên Radyolojî, Bijîjkiya Nûkleer û Onkolojî.
  2. Dublaja Kurdî (Kurmancî): Ji bo Zarok TV (Kenala Zarokan), Waar TV, K24 TV, Nor Radyo, Badinan Sat.
  3. Dersên Dîrokê: Ji bo akademiya siyasetê.
  4. Danasîna zimanê kurdî bi sîstemên robotîk (jîrekiya çêkirî).
  5. Ji bo kenalên neteweyî û navneteweyî kodnivîsîn û çêkirina Web Site-an.
  6. Derheqê dîroka Kurdistanê de lêkolînên taybet û zanistî dikim; wekî video û nivîsar diweşînim.

Wateya Navê Bedel Boselî

Wateya navê Bedel, 'guherîn', 'tiştek li pêş tiştekê ve' ye. Herwiha bavê wî bi wateya 'guherîn' û 'bedelê şehîdên Kurdistanê' ev nav daniye ser.

Bedel Boselî, piştî serkeftina Şoreşa Gulanê ji dayik bû. Bavê wî digel hevalên xwe yekemîn guleya şoreşê teqandibûn û bûbû xaziyê yekemîn. Bi vê şoreşê Peymana Cezayîr a navnateweyî ku li dijî kurdan pêk hatibû têk çû. Rêvenerî û Destkeftiyên Herêma Kurdistanê yên îro li ser wê bingehê pêk hatin. Lewra bavê bi wateya guherîn û pêşketin ji bo Kurdistanê navê Bedel danî ser. Navê Berdêl (Ber+dêl), ji kurdiya resen e ku wateya tiştek ber tiştekê ve (li şûna tiştekê) ye; ango GUHERÎN. Piştre ji kurdî derbasî zimanê erebî û yên din bûye.

Jînenîgarî

Bedel Boselî li gundê Bêjihê ji dayik bûye. Bêjih bi navê Roboskî jî tê zanîn. Bêjih (Bi xeletî wekî Bêcûh, Bêcû, Bêcih jî tê vegotin) gundekî li navçeya Qilaban, ser bi bajarê Şirnexê ve ye. Dibistana seretayî li gundê Bêjih xwend. Ji bo xwendina navendî ji malbata xwe veqetiya û çû Qilaban. Ji bo xwendina amadehiyê sala 1995ê çû Stembolê. 22 salan li Stenbolê jiyaye. Nihajî li paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêr dijî.

Bapîrê wî ji gundê Bosel ê ser bi Zaxo ve hatiye Gûndê Bêjihê. Malbata Bedel Boselî ji 1961ê heta niha ji bo edalet, wekhevî û serxwebûna Kurdistanê 117 şehîd dane. Dîktatorê Iraqê Seddam Huseyn Gundê Boselê bi bombebaranê tunne kiriye. Da ku ev nav neyê ji bîr kirin paşnavê Boselî li xwe kiriye. Wateya navê Bosel 'Pûsûla' ye.

Bavê Bedel Boselî di Şoreşa Gûlanê de li gel hevalên xwe yekemîn gulle teqandiye. Yekemîn birîndarê Şoreşê ye.

PIRTÛKA BEDEL BOSELÎ

Wêne: Pirtûka Çêbûna gerdûnê û peydabûna jiyanê ya Bedel Boselî. Weşanên J&J weşandiye.

Navê Pirtûkê: Çêbûna Gerdûnê û Peydabûna Jiyanê.

Ziman: Kurdî (Zaraveyê Kurdmancî).

Pirtûka Bedel Boselî ya bi sernavê "Çêbûna Gerdûnê û Peydabûna Jiyanê" sala 2013ê ji aliyê Weşanên J&J ve hatiye weşandin.

Ev berhem bi kurdiya kurmancî, tîpên latînî hatiye weşandin. Gelo gerdûn çawa çêbûye? Jiyan çawa peyda bûye? Li gor zanist, mîtolojiyên kurdistanî, mîtolojiyên cîhanê, dînên cûda; nivîsandiye.

Mijarên serekî yên li gor zanistê

  • Gerdûn û ramana Teqîna Mezin .
  • Albert Enstein, Stephen Hawking û çêbûna gerdûnê.
  • Çêbûna Roj û Erdê.
  • Dîroka peydabûn û pêşketina jiyanê.
  • Kaos, Kuantum, Pirtûka Xwedayî (Highs Boson)
  • Mijarên li gor dîn û mitôlojiyan çêbûna gerdûnê peydabûna jiyanê
  • Mîtolojî çî ye?
  • Êzdayetî çî ye û ji bo çêbûna gerdûnê û peydabûna jiyanê çi dibêje?
  • Yarêsanîyetî çî ye û ji bo çêbûna gerdûnê û peydabûna jiyanê çi dibêje?
  • Elewiyetî çî ye û ji bo çêbûna gerdûnê û peydabûna jiyanê çi dibêje?
  • Zerdûştî çî ye û ji bo çêbûna gerdûnê û peydabûna jiyanê çi dibêje?
  • Çand, dîn û ramanên Hindistana Mêjîn: Çêbûna gerdûnê û peydabûna jiyanê.
  • Zervanîtî çî ye û ji bo çêbûna gerdûnê û peydabûna jiyanê çi dibêje?
  • Sûmerî kî ne û ji bo çêbûna gerdûnê û peydabûna jiyanê çi dibêjin?
  • Mîtolojiya Yewnanê çî ye û ji bo çêbûna gerdûnê û peydabûna jiyanê çi dibêje?
  • Mîtolojiya Germanan çî ye û ji bo çêbûna gerdûnê û peydabûna jiyanê çi dibêje?
  • Pueblo kî ne û ji bo çêbûna gerdûnê û peydabûna jiyanê çi dibêjin?
  • Qiptî (Misra Mêjîn) kî ne ji bo çêbûna gerdûnê û peydabûna jiyanê çi dibêje?
  • Înka kî ne û ji bo çêbûna gerdûnê û peydabûna jiyanê çi dibêjin?
  • Çînî kî ne û ji bo çêbûna gerdûnê û peydabûna jiyanê çi dibêjin?
  • Cihû kî ne; baweriya wan çî ye û ji bo çêbûna gerdûnê û peydabûna jiyanê çi dibêjin?
  • Xristiyanî çî ye û ji bo çêbûna gerdûnê û peydabûna jiyanê çi dibêje?
  • Îslam çî ye çî ye û ji bo çêbûna gerdûnê û peydabûna jiyanê çi dibêje?
TAG:

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir